Revanda kurdî li welatê Nimsayê roj bi roj zêde dibe, ji ber şerê Sûriyê û ne aramiya heremên kurdî. Komela kurdî li wir dest bi xebatên xwe yên rewşenbîrî û civakî kirin da ku karibin civaka kurdî bi welatiyên nimaswî re bidin nasîn û wan nîzîk hev bin.
Înstîtûta Çanda Kurdî ya Viyena yek ji wan bengehên nû ne, ku li ser çalakiyên rewşenbîrî û hunerî hatiye ava kirin.
Ew di sala 2017an de li Viyena hete damezrandin bi alîkariya xort û kêçên kurdên rojavayê kurdistanê, bi rêvebertiya Silêman Mehmûde.
Ji destpêka xwe ve gelek kar û xebatên çandî û hunerî kirine.
Pêwendiyên baş û bi rêk û pêk bi sazî û rêxistinên nimsawî re ava kirine û ta roja îro xebatên berdewam dikin.
Korsê fêrbûna zimanê Kurdî vekirine û li ser xebatên berfireh dikin.