Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Macaristan û Tirkîye Ser Endamtîya Swêdê Danûstandinê Dikin


Wezîrê Derve yê Macaristanê Peter Szijjarto got ku ew û hevtayê xwe yê Tirk ser daxwaza Swêdê ya jibo endamtîya li NATO danûstandinê dikin.

Szijjarto dîyar ki ger helwesta Tirkîyê biguhere ewê peyvajoya pejirandina Swêdê dereng nexînin.

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Hakan Fîdan do Sêşemê got ku ew li gor demê tevnagerin, lê ew dixwazin ku Swêd berpirsîyên xwe bi cîh bîne.

Tirkîye îdia dike ku Swêd jibo komên terorîst mazuvanîyê dixe û dixwaze ku Stockholm dijî wan gavên girîng biavêje.

Hevdem, Serokê Amerîka Joe Biden û Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson îro Çarşemê li Washingtonê dicivin.

Çaverê ye mijara serekî ya civîna her du serokan daxwaza Swêdê ya jibo endamtîya li NATO be.

NATO wê hefteya pêş li Lîtvanya hilcivînekê li dar bixe ku Swêd dixwaze berî wê bibe endama hevpeymanîyê.

Jêder: Reuters, VOA

XS
SM
MD
LG