Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Macaristan û Slovenya Tixubên Xwe di 1'ê Hezîranê de Vedikin


Peter Szijjarto
Peter Szijjarto

Wezîrê Derve yê Hungarya Peter Szijjarto îro ragihand ku ew û Slovenya ser nexşerêyekê hevbîr bûn ku tixubên xwe di 1’ê Hezîranê de vekin.

“Jinûve zindîkirina aborîyên me, bê jinûve destpêkirina hevkarîya navnetewî ne pêkan e. Nirxê bazirganîya salane ya Macaristanê ya bi endamên Yekîtîya Ewrupa re, ji 2.5 mîlyar euroyan pirtir e,” Szijjarto got.

Macaristanê îro ji paytext Budapeştê dest bi rakirina sînordarkirinên girêdayî korona kiribû, lê bi şerta ku du dema kirîn, firotinê û di dema rêwîtîya nav veguhastina civakî de rûberk were bikaranîn.

“Divê, em pîvanên tund yên ser sînorên xwer jî sist bikin, lê bê ku saxlemîya hemwelatîyan têxin rewşeke xeter,” Szijjarto bi berdewamî got.

Hêjaîy balkişandinê ye ku Hungarya heta îro Duşemê 3,535 bûyerên pêketinê korono û 462 mirin û 1,400 qencbûn tomar kirine û li Slovenya jî 1,466 bûyerên tûşbûnê û 104 mirin hatine tomar kirin.

XS
SM
MD
LG