Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pênc Milyon Amerîkî Bê Elektrîk in


Bajarê New York piştî barova Irene.
Bajarê New York piştî barova Irene.

Rûniştvanên li berava rojhilat berdewam hîn jî rû bi rûyê lehîya dîrokî û nebûna elektrîkê dibin ku Baroveya Irene bibû sedem.

Di bahoza hêzdar de ku roja Înîyê li Carolina Bakur xistîbû, bi kêmî ve 40 kes li Amerîka û Kanadayê hatibûn kuştin.

Karbidestên Amerîkî dibêjin, dibe ku hefteyek derbaz be, heta ku ew elektrîkên 5 mîlyon malan jinûve girêdin.

Baroveya Irene li gelek bajar û bajarokan zîyanên mezin çêkirine û li eyaleta Vermont lehîya herî xirab ya sedsala bihûrî qewimî.

Serok Barack Obama ferman da Ajansa Rêvebirina Awarte ya Federal (FEMA) û ajansên din yên hikûmetê ku bi hemî pêçêbûnên xwe alîkarîya kesên hewcedar bikin.

XS
SM
MD
LG