Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Nêzîkbûna Bahoza Michael Tirs li Florîda Pirtir Dibe


Bi nêzîkbûna Baroveya Michael ya gelek xeter ya ber bi herêma bakurê rojavayê Florîda, tirs û xem jî mezintir dibin ku lehîyên mezin rû bidin.

Dîsa li hin herêmên Georgia, Karolayna Bakur û Başûr û başûrê rojhilata Virginia jî di bin xeterîya bahozê de ne.

Navenda Barove ya Netewî da zanîn ku hêza bayên bahozê sibeha Çarşemê xurtir bûye, giheştiye di demjimêrekê de 245 kîlometreyan û bûye bahoza Kategorî 4.

Karbidest bal dikşînin ku Baroveya Michael wê bibe bahoza herî xurt ya dîroka Florîda ku herêmên bakurê rojavayê wê eyaletê bixe bin bandora xwe.

Hawazan pêşbînî dikin ku bahoz îro paşnîvro, bi heman hêza xurt li erdê keve ku ji sala 1851'an vir ve bahozeke wiha hêzdar nehatiye tomar kirin.

Ewirên baranê yên baroveya Michael ji îro sibê vir ve baranên boş li ser herêmê dibarînin û hawazan di xemê de ne ku hêza wê di kelîyên pêş de hîn jî xurtir be.

Hawazan herwiha didine zanîn ku di rojên were de li hin beşên Forîda, Alabama û Georgia 10 heta 20 santîmetre û li hîn cîha jî heta 30 santîmetre baran li erdê kevin.

Walîyê Florîda Rick Scott şeva Sêşemê û sibeha Çarşemê bi jimareke twîtan hişyarî da hemwelatîyan ku li cîhên ber derayê dûr kevin û herin cîhên ewletir ku ji berê de hatibûn ragihandin.

Serokê Amerîka Donald Trump jî got ku karbidestên federalî di rewşeke amade de ne ku alîkarîya bizavên hawarçûnê bikin.

Bahoz heta niha li Kuba û welatên Amerîkaya Navevdî zararên mezin çêkirine û bûye sedema lehî û herifîna erdê û li El Salvador, Honduras û Nîkaragua 13 kes kuştine.

XS
SM
MD
LG