Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Îran bi Rêyek Nû Çekan ji Husiyan re Dişîne Yemen'ê


Çavkaniyên taybet ji ajansa Reuters re dane diyar kirin ku, Zêrevanên Şorişa Îranê "Heres Sewrî", di rêyek nû re û bi dizî, di ser kendavê re çekan jibo çekdarên Husî dişîne Yemenê.

Çavkaniyên Îranî û yên welatên rojavayî dibêjin, di şeş mehên bûrî de, Zêrevanên Şorişa Îslamî ya Îranê bi riya ava kendavê ya di navbera Kuwait û Îranê de, çekan di gihîne hevpeymnên xwe yên Husî li Yemenê.

Li gûr ajansa Reuters, berpirsekî Îranî yê di asta bilind de gotîye "Perçên mûşekan, bingehên rokêtavêj û madên bêhoşiyê, herweha hin caran peran, bi rêyên qaçax di ser ava kendavê re bo Husiyan diçin.

Wî berpirsî herweha gotîye "ew çekê vê dawîyê ango di 6 mehên bûrî de gehiştîn Husiyan, li Yemenê îmkana çêkirina wan tuneye".

Ji hejî bîrxistinê ye ku, derbarê alîkariya Îranê bi tevgera Husiyan re li Yemenê alozî di navbera Îranê û welatên kendavê de, bi serokatîya Erebistan Saûdî dijwartir dibin.

XS
SM
MD
LG