Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zenderlîoglu:Saxlemîya Ocalan Babeta Serekî ya Komîsyona Çareserîyê ye


Parlamenterê Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) yê bajarê Bedlîsê Husamettîn Zenderlîoglu, ku endamê Komîsyona Pêvajoya Çareserîyê ye, ji Dengê Amerîka re xebatên komîsyonê nirxand.

Birêz Zenderlîoglu da xuya kirin, di civîna nirxandina 2 mehan ya komîsyonê ku îro Înîyê pêk tê de, babeta sereke rewşa saxlemîya rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e.

Wî got, heke hewildan encam nedin, wek komîsyon ewê jî daxwaza serdana Ocalan bikin.

Zenderlîoglu destnîşan kir ku ger hikûmeta AKP’ê pêvajoyê nebe serî, ne alîyê Kurd, lê hikûmet wê di nav gel de paşve bikeve.

Parlamenterê Kurd bal kişand ser ku jibo zelalbûn û pêşveçûna pêvajoyê ji hikûmetê bêtir, divê Kurd bêrawestan xebatên xwe bimeşînin.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:05:44 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG