Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kordînatorê Giştî yê Înîsiyatîfa Azadî Ozcaner Heta Şert û Merc Çênebin Em Naxwazin Bibin Partî


Kordînatorê Giştî yê Înisîyatîfa Azadî Adem Ozcaner li Komel Kurd a ku li Stenbolê ye li ser hewildan û nêrînên vê înîsiyatîfê roja Yekşemê gotûbêjek pêk anî.

Birêz Ozcaner, piştî gotûbêjê ji Dengê Amerîka re li ser xebat û amadekariyên Înisîyatîfa Azadî yên ku ber bi tevgereke siyasî û partîbûnê ve diçin peyivî.

Wî got, “Me rêya sîyaseta demokratîk daye ber xwe ku em difikirin demên pêş ber bi partîbûnê ve herin, lê niha em dixwazin bibin tevgereke sîyasî.”

Ozcaner da zanîn, ew ê biryara tevgerbûnê piştî kongra xwe ya ku li meha Îlonê pêk tê bidin.

Adem Ozcaner bi bîr xist, jiber ku ew dixwazin bi misyon û berpirsiyarî kar bikin, naxwazin bêyî kamilbûna şert û mercan bibin partîyeke siyasî.

Wî destnîşan kir, jiber hin hizrên xwe yên netewî û nêrînên cuda, ew beşdarî Kongra Îslama Demokratîk nebûne, lê dîsa jî hin hevalên amade bûne.
please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:05:18 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG