Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

IAEA Dibêje Îran Berhemdana Navokî Zêde Dike


Ajansa Enerjîya Atomî ya Navneteweyî (IAEA) dibêje ku wê bawerî heye ku Îranê asta berhemdana xwe ya uranyuma tîrkirî zêde kiriye, ku wekî binpêkirina peymana sala 2015'an ligel hêzên cîhanê tê dîtin.

IAEA di raporta xwe ya demsalî de îro Çarşemê got ku Îranê li berhmendana uranyumê 17.7 kîlomgram zêde kirîye ku ev jî dora 60% ji madeya navokî ye. Ji meha Tebaxê ve, ev zêdebûn gihiştîye nêzîkî 8 kîlograman.

Ev uranyuma tîrkirî dikare bi hêsanî were bikaranîn jibo çêkirina çekên navokî. Jiber wê jî, hêzên cîhanê hewil didin ku programa navokî ya Îranê kontrol bikin.

Rêxistina IAEA ku bingeha wê li Viyenayê ye ji welatên endam re dîyar kir ku ew hîn jî nikare hejmara durist ya berhemên uranyuma tîrkirî ya Îranê piştrast bike, jiber ku Tehranê vê salê asteng danîye pêş çavdêrên NY.

Ji meha Sibatê ve, IAEA nikarîye ku destê xwe bigihîne wêneyên çavdêrîyê li navendên navokî yên Îranê.

Berpirsê ajansê Rafael Mariano Grossi ji Associated Press re vê mehê got ku ev rewş wekî “firîna li nav esmanekî tijî ewrên giran” be.

Tê çavêr kirin ku Grossi vê mehê serdana Tehranê bike jibo gotûbêjên rasterast ligel karbidestên Îranî derbarê vegerandina karîna IAEA ku çalakîyên Îranê gav bi gav zanibe.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG