Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ajansa Enerjîya Atomî Îran Bi Tundî Rexne Dike


Balyozê Îranê yê li IAEA, Alî Asker Sultanîyeh di civîna ajansê de ye. Vîyana, Avusturya, Mijdar, 18, 2011.
Balyozê Îranê yê li IAEA, Alî Asker Sultanîyeh di civîna ajansê de ye. Vîyana, Avusturya, Mijdar, 18, 2011.

Ajansa Enerjîya Atomî ya Navnetewî pêşnîyarek derbaz kir û xema xwe ya li ser xebatên navokî yên Îranê eşkere kir.

Ajansa Enerjîya Atomî ya bi 35 endaman pêşnîyar roja Înîyê pejirand, hefyetek piştî ku ajansê gotibû, delîlên qayim hene ku Îran hewil dide ku şekên navokî ava bike.

Di dengdanê de, tenê Kuba û Ekvator li dijî pêşnîyarê deng dan, Endonzeya jî di dengdanê de hazir nebû.

Amerîka, Brîtanya, Çîn, Fransa, Almanya û Rûsya pêşnîyar amade kirîbû
ku xem û fikarên Çîn û Rûsyayê kêmtir bikin. Her du dewlet daxwaza tole û cezayên siviktir li dijî Îranê dikir.

Biryara Ajansa Enerjîya Atomî ya Navnetewî daxwaz nake ku Îranê bîne rojêva Civata Ewlehîyê.

Îran raporta Ajansa Enerjîya Atomî ya Navnetewî red dike û dibêje, bernameya wê ya navokî jibo armancên aştîyanê ye.

XS
SM
MD
LG