Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran: Serokê Ajansa Enerjîya Atomî ya Navnetewî Amano Vê Heftê Tê Tehranê


Berpirsê navokî ya Îranê dibêje, serokê Ajansa Enerjîya Atomî ya Navnetewî (IAEA) vê hefteya pêş serdana Îranê dike.

Alî Ekber Salihî ev şîroveyên xwe îro ji televîzyona Îranî re kir, piştî ku wî li Vîyana bi serokê IAEA Yukiya Amano re kom bû.

Salihî got, şandeya bi 12 vekolêran tê Tehranê û hêvî heye ku her du alî kêşeyên mayî çareser bikin da ku rêkeftina navokî were cîhanîn.

IAEA dezgeha desthildar e ku çavdêrî li ser rêkeftina navokî ya bi Îranê bike ku di meha Tîrmehê de, hember rakirina toleyên aborî yên ser Tehranê, hatibû îmza kirin.

Li ber e IAEA heta 15ê meha 12 Berfanbarê raporta xwe ya dawî li ser rêkeftinê biqedîne û tenê hîngê rêkeftina navbera Îran û Amerîka, Almanya, Fransa, Brîtanya, Çîn û Rûsya wê bibe fermi û toleyên ser Îranê wê bêne rakirin.

XS
SM
MD
LG