Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

IAEA: Îran Li Natanz Xebatên Dewlemendkirina Uranyumê Berfireh Dike


Dîmeneke ji santrala Natanzê xebatên navokî ya Îranê (Arşîv)
Dîmeneke ji santrala Natanzê xebatên navokî ya Îranê (Arşîv)

Ajansa Enerjîya Atomî ya Navneteweyî (IAEA) roja Duşemê ragihand ku Îranê li santrala Natanzê dewlemendkirina uranyumê ji sînorê ji % 20 pir derbaz kiriye ku jixwe ji % 60 dewlemend kiribû.

Lê, IAEA da zanîn ku ew ast qîm nake ku çeka navokî were çê kirin.

IAEA di daxuyaniyekê de ragihand ku Îranê hefteya borî ew ji guhertinên di sazkirina santrîfuj, makîneyên ku uranyumê dewlemend dikin, wan agahdar kiriye.

Çavdêrîya Navokî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) destnîşan kir ku Îran ewê uranyuma ku heta ji % 20 dewlemendkirî ye, bê berhevkirina berhemê, di jimareke sînorkirî ya santrîfujên zêde, bikar bîne.

Xebatên Îranê yên li ser metala uranyuma dewlemendkirî, sê hêzên mezin yên Ewrupayê û Amerîka bi fîkar dike, jiber ku ew teknolojî, û zanîna awayê hilberandina wê, dikare jibo çêkirina bingeha bombeya navokî were bikar anîn.

Lê, Îran dibêje ku armancên wê bi tevahî aştîyane ne û ew cûreyeke nû ya sotemeniya reaktorê çêdike.

Îranê hîn dîrokeke ji bo jinûve destpêkirina danûstandinên li Vîyanayê ser vejandina peymana navokî ya 2015'an eşkere nekiriye; bi şertê betalkirina toleyên Amerîka, Yekîtîya Ewrupa (YE) û Neteweyên Yekbûyî (NY) bernameya xwe ya navokî bide sekinandin.

Serokê berê yê Amerîka Donald Trump di sala 2018’an de Washington ji peymanê vekişand û toleyên dijî irane jinûve xistin merîyetê.

Bi qasî salekê piştî vekişîna Amerîka, Tehranê jinûve dest bi bernameya zêdekirina uranyumê kir.

XS
SM
MD
LG