Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

IAEA: Divê Vejiyandina Peymana Navokî li Benda Hikûmeta Nû ya Îranê Bimîne


Berpirsê Giştî yê Ajansa Enerjîya Atomî ya Navneteweyî (IAEA) ya Rafael Grossî
Berpirsê Giştî yê Ajansa Enerjîya Atomî ya Navneteweyî (IAEA) ya Rafael Grossî

Berpirsê Giştî yê Ajansa Enerjîya Atomî ya Navneteweyî (IAEA) ya Rafael Grossî îro Çarşemê li ser pêyvajoya vejîna peymana navokî ya Îranê 2015'an ya bi hezên cîhanî re, bi rojnameya La Repubblica ya Îtalî re, hevpeyvîneke kir.

Rafael Grossî ragihand ku ku jibo vejîna peymana navokî ya Îranê 2015'an divê li benda damezrandina hukûmeta nû ya Îranê were sekinandin.

"Her kes dizane ku, di vê xalê de, ewê hewce be ku li benda hikûmeta nû ya Îranê bisekinin," Rafael Grossî got.

Grossî, dîrektorê giştî yê IAEA, bi wan gotinan hilbijartinên seroktîya Îranê ku roja Înîyê têne kirin, destnîşan kir.

Tê pêşbînî kirin ku serokê nû yê Îranê heya nîvê Tebaxê navên ku dê di kabîneya hikûmeta xwe dîyar bike.

Berdevikê hikûmet Îranî got ku serdem serokê niha Hesen Rûhanî di 3'yê Tebaxê de, diqede.

Serokê çavdêrjîya navokjî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) got ku di heman demê de peymaneke ku vîna sîyasî ji hemî alîyan pêwîst dike.

"Nîqaşên ku bi hefteyan e didome li ser pirsên teknîkî yên pir tevlihev û nazik hate sekinandin, lê ya pêwîst dike vîna sîyasî ya tevahîya alîyan e, "Grossî got.

Qonaxa şeşa ya danûstandinên vejandina peymanê roja Şemîyê di navbera Îranê û hêzên cîhanê de, li Vîyana jinûve destpê kir.

IAEA, di danûstandinan de rasterast beşdar nabe. Lê, bang li IAEA hatiye kirin da ku gavên navokî yên ku di danûstandinan de ser lihevkirin çêbûyê, piştrast bike û kiryarên kontrolkirinê yên li Îranê bidomîne.

Dema ku li ser daxuyanîyên Grossî hat pirsîn, berdevika Wezareta Derve ya Fransa Agnes von der Muhll ji rojnamevanan re şîroveyên xwe ragihand.

Agnes von der Muhll ragihand ku danûstandinên niha li ser mijarên herî dijwar in û her wiha nakokîyên girîng didomîn "Di vê pêyvojaya girtina biryarên demûdest yên çeleng û cesûr pêwîst dike, " Agnes von der Muhll got.

XS
SM
MD
LG