Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşvanê Kuştinkarîya Kalîfornîya Ian David Long Leşkerekî Kevin E


Karbidestên ewlekarî li Kalîfornîya ragihand ku Ian David Long, êrîşvanê komkujîya şeva borî ku 12 kes li bareke hatibûn kuştin, leşkerekî kevin yê hêzên Marîn bû.

Şerîfê Ventura County Geoff Dean ji rojnamevanan re got ku Long du, sê caran jiber tawanên biçûk yên wek qazayeke trafîkê hatibû pêş polîsan.

Dean da zanîn ku di bûyereke din de jî Long li meyxaneyekê şerek derxistiye û rastî lêdanê hatiye.

Dean dîyar ew hîn jî vekolîna xwe didomînin ku çima Long ê 28 salî ew êrîş pêk anîye.

Kuştinkarîya girseyî li Borderline Bar & Grill ya bajarê Thousand Oaks qewimînû, dema şahîyeke taybet ya xwendekarên zanîngehê dihat kirin.

Long bi dabançe û bombeyên mijê kesên li wê derê kuştibûnn û birîndar kiribûn.

Karbidestan dabû zanîn ku di êrîşê de herî kêm 12 kes hatibûn kuştin ku yek ji wan polîs bû.

Di êrîşe de jimareke kesên din jî birîndar bûbûn, lê hejmara wan zelal nebûbû û Long jî ji alîyê hêzên ewlekerîyê ve hatibû kuştin.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG