Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Veroj: Medya Dixwaze Derxîne ku Êrişa li Dijî Tatlises ji Hewlêrê ve hatîye


Îbrahim Tatlises.
Îbrahim Tatlises.

Hunermendê navdar Îbrahîm Tatlises, şeva Yekşemê piştî pêşkêşkirina bernameya xwe ya hefteyî "Îbo Şov” ê rastê êrîşeke çekdarî hat û bi giranî birîndar bû.

Li gor îddîayê Derhênerê Weşana Kral Tv Mehmet Akbay, îhtîmal heye ku êrîş, ji aliyê hevkarên hunermend yên li Herêma Kurdistanê ve hatibe tertîp kirin.

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, Seîd Veroj, sernivîserê Kovara Bîr li Dîyarbekir dibêje, medyaya Tirkîye dixwaze we derxînin ku “êriş ji Hewlêrê ve hatîye.”

Birêz Veroj dibêje, dibe ku mafya yan rêkxistîyên veşartî berpirsîyar bin beramberî êrişa li dijî Tatlises.

Derbarê gefeyên li dijî rewşenbîrên Kurd li Tirkîye, birêz Veroj got ku “tehdîd kirina rewşenbîran, tehdîd kirina miletê Kurd e.”

Ji bo guhdarî kirina hevpeyvîna hevkar Ahmed Barzanî bi birêz Veroj re, lînka “Guhdarî kirin” li bin yan rexê rastê vê perê kilik bike.

Tatlises li Herêma Kurdistanê:

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG