Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îbrahîm Guçlu: Artêşa Tirk Dixwaze Komkujîya Roboskî Bê Nirx Bike


Serokatîya Artêşa Tirkîyê ragihand ku komkujîya Roboskî li gorî standard û pîvanên artêşê pêk hatîye. Li meha 11’ê ya sala bihurî li gundê Roboskî, herêma Şirnexê li ser sînorê di navbera Tirkîye û Iraqê de balafirên Tirkîyê 34 hemwelatîyên Kurd kuştibûn, bi îdîaya ew alîgirên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) bûn.

Di hevpeyvîna ligel Dengê Amerîka de, Birêz Îbrahîm Guçlu, parêzer û sîyasetvan dibêje dema ku artêş dibêje ew komkujî li gor qanûnên wan hatîye kirin, ew rast dibêjin ji ber ku qanûnên wan li ser vê bingeha çewt hatine avakirin.

Birêz Guçlu her wisa eşkere dike, çalakvanên mafên mirovaan li hêvîya encamên rapora lêkolînê ne, ku pişt re li ser kar bikin da wê weku komkujî pênasîn bikin.

Jibo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, kerema xwe lînka dengî li destê rastê klîk bikin.

XS
SM
MD
LG