Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dozgerê ICC Bo Lêpirsîna Tawanên Şer Yên Li Afganistanê Destûrê Dixwaze


Dozgerê nû yê ICC Kerîm Ahmed Xan
Dozgerê nû yê ICC Kerîm Ahmed Xan

Dozgerê Dadgeha Tawanan ya Navneteweyî (ICC) ya li bajarê Lahey roja Duşemê ji dadgehê destûr xwest ku di derbarê kiryarên Talîban û Dewleta Îslamî-Xorasanê yên li Afganistanê dest bi lêpirsîneke bike.

ICC, bo lêpirsîna tawanên şer yên li Afganîstana ku şer têk biriye , xebateke 15 salan pêk anîbû.

Lê, lêpirsîn salek berê ji hêla hikûmeta Afganî ya ku Amerîkayê piştgirî dikir, hate rawestandin.

Hikûmeta Afganî got ku ew lêpirsîna xwe dimeşîne.

Dozgerê nû yê ICC Kerîm Xan ragihand ku jiber ku hikûmeta Kabulê ya ku di asta navneteweyî de dihat nas kirin têkçû, "guhertinek girîng ya şert û mercan" heye.

"Piştî ku min mijar bi baldarî nirxand, ez gihîştim vê encamê ku, di vê demê de, êdî perspektîfa lêpirsînên navxweyî yên rastîn û bibandor li h'ndurê Afganistanê tune ye," Xan got.

Dadwerên ICC niha dê daxwaza Xan binirxînin. Lêkolîneran tawanên ku ji alîyê tevahîya şer ve, di nav de hêzên Amerîkî, leşkerên hikûmeta Afganî û çekdarên Talîbanê jî hebûn, lêkolîn dikirin.

Wezareta karên derve ya Amerîka roja Duşemê daxuyanî ya dozger qebûl kir.

Cîgira berdevika wezaretê Jalina Porter rojnamevanan re ragihand ku ew jiber rewşa mafên mirovan li Afganistanê pir bi fîkar in ku nav de îdayên hovîtîyan hene û ew bê guman pêşwazîya hewildanên hesabpirsînan dikin.

"Em kêfxweş in ku dibînin ICC pêşîtîya çavkanîyên xwe jibo ku îdayên herî giran û tawanên hovane werin lêpirsîn kirin," Porter got.

ICC dadgeheke qonaxa dawîn e ; jibo lêpirsînên tawanên şer, dema ku welatên endam nekaribin yan nexwazin lêpirsînên xwe bikin.

XS
SM
MD
LG