Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şandeka ICC Jibo Gotûbêjkirina Dozên Omer El Beşîr Diçe Sûdanê


Dadgeha Tawanan ya Navneteweyî (ICC), ya li bajarê Laheyê

Hikûmeta Sudanê îro Şemîyê bi daxuyanîyeke dîyar kir ku şandeka Dadgeha Tawanan ya Navneteweyî (ICC) bi armanca nîqaşkirina dozên serokê daxistî Omer El Beşîr û karbidestên din yên berê, ewê biçe Sudanê.

Hikûmetê di daxuyanîyê de ragihand ku, heyet, di pêşengîya dozger Fatou Bensouda de, li ser kesên ku tên daxwazkirî dê hevkarîya bi Sudanê re gotûbêj bike.

Hevdem, ICC jî dîyar kir dozger Bensouda û heyet ewê bo çend rojan li paytext Xartûm bimîne, ku ev ji dema daxistina Beşîr vir ve, serdana yekê ya dadgehê ye.

Serokê Sudanê Omer El Beşîr ku, piştî protestoyên girseyî sala borî ji desthilatdarîyê hate daxistin, niha li paytexta welat Xartûm di zindanê de ye.

Dadgeha Tawanan ya Navneteweyî (ICC), Beşîr bi tawanên şer, komkujî, jenosîd û tawanên dijî mirovahîyê tawanbar dike.

ICC ya li bajarê Laheyê, Beşîr, di sala 2009'an û 2010'an de bo têkbirina serhildanekê li herêma Darfur ku tê texmîn kirin 300,000 kes mirin, bi karanîna rêkên hovatî û zordar, tawanbar dike.

Du karbidestên din yên kevn yên ku ji hêla ICC ve jibo tawanên dijî mirovahîyê yên li Darfur dihatin xwestin, Ahmed Harûn û Abdel Rahîm Mihemed Huseyîn, jî li Xartûm girtî ne.

Parêzerê Beşîr bi dubarekî tawanbarîyên dijî serokê berê jiber ku wek bi sedemên sîyasî têne kirin, red dike.

Hikûmeta sivîl ya ku Sudanê bo dema veguheztina sê salî de bi şirîkatîya artêşê re, rêve dibe, bi serhildêrên berê re li Darfur peymana aştiyê îmze kiribû û herwiha bi herêmên paşguhkirî ku bi salan dijî hikûmeta Beşîr şer dikirin re jî.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG