Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xaça Sor Dibêje Ew bo Azadkirina Îsraîlîyên li Gaza Ketiye Danûstandinan


Palestinians Red Cross
Palestinians Red Cross

Komîteya Navnetewî ya Xaça Sor (ICRC) îro Pêncşemê dîyar kir ku ew jibo azadkirina Îsraîlîyên ku bawerî heye li Gaza dîl in, bi Hamas û karbidestên Îsraîlî re di têkilîyê de ye.

"Wek navbeynkareke bêalî em amade ne ku serdanên mirovahî pêk bînin, danûstandina bo dîlgirtî û malbatên wan bikin ku berdana wan hêsan bikin," Berpirsê herêmî yê ICRC yê Rojhilata Navîn Fabrizio Carbonî got.

Karbidestên Qatarê jî, ku pir caran di navbera Îsraîl û Hamasê de navbeynkarîyê dikin, beşdarbûna nava danûstandinan piştrast kir.

Carboni bang li Îsraîlê kir ku destûr bide alîkarîyên mirovahî ku Filîstînîyên li Gazayê pir hewcedar in.

Filîstînî hişyarî didin ku dorpêça ser deverê û êrîşên esmanî bûye sedema kêmbûna av, xwarin û pêdivîyên bingehîn.

XS
SM
MD
LG