Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hewlên Agirbest Bo Helebê jî Didomin, Xaça Sor 150 Sîvîlên Nexweş ji Helebê Vediguhezîne


Bajarê Helebê

Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry îro Pêncşemê li Hamburgê ligel hevtayê xwe yê Rûsî Sergey Lavrov dicive ku rewşa Sûrîyê gotûbêj bike.

Ajansa Associated Press ji zarê Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsî Serge Ryabkov ragihand ku Moskow û Washington li ser rêkeftineke li Helebê, nêzîkî hev bûne.

Amerîka, Kanada, Fransa, Almanya, Îtalya û Brîtanya do Çarşemê banga agirbesteke demûdest li Helebê kiribûn û Rûsya şermezar kiribûn ku rê li ber gîhandina alîkarîya mirovahî lj sîvîlên asêmayî li Helebê re digire.

Bi alîyekî din ve, Komîteya Navnetewî ya Xaça Sor (ICRC) îro Pêncşemê ragihand ku karmendên wê 150 sîvîlên nexweş yên bi pêdivîyên demûdest ji nexweşxaneyeke Bajarê Kevin ya Helebê veguhastin.

Berdevka ICRC Marianne Gasser ji nûçehîhanan re got ku piranîya wan kesan nikarîbûn bimeşin û ew hewceyî çavdêrî û alîkarîya taybet bûn.

“Tevî hejmareke mezin ya sîvîlan, di hefteya borî de ji rojhilata Helebê derketibin jî, bi bawerîya me hîn bi deh hezaran sîvîl li wê derê asê man,” Gasser got.

Çavdêrên xwecihî ragihandibû ku 18,000 sîvîl ji rojhilata Helebê ber bi taxên rojava çûn û pirtir jî 9,000 din jî çûn deverên bin kontrola Kurdan.

XS
SM
MD
LG