Lînkên eksesibilîtî

Îdianameya Dijî Parêzvanên Erdogan Hat Pejirandin


Îdianameya bo doza dijî 19 kesên ku di 16’ê Gulanê de li pêş avahîya Balyozxaneya Tirk ya li Washingtonê pev çûbûn, hat pejirandin.

Di nav 19 kesan de, 15 parêzvanên Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan jî hene.

Jurîya mezin dîyar kir ku ewê 19 kes bi ‘’hewildana sûcê tundûtûjîyê’’ werin darizandin. Li Amerîka, cezaya vî sûcî heta 15 sal heps e.

Dozgerîya Washingtonê dîyar kir ku 16 berguman tên sûcdar kirin û 3 navên din jî li îdianameyê hatine zêde kirin.

Her sê navên nû, parêzvanên Erdogan, Muhsîn Kose, Yusuf Ayar û Hayrettîn Eren in.

Ji 19 bergumanan tenê 2 girtî ne. Her du girtî ewê di 7’ê Îlonê de derkevin pêşberî dadgehê.

Di 16’ê Gulanê de, xwepêşanderan li pêş avahîya Balyozxaneya Tirk ya li Washingtonê û kesên di destê wan de ala Tirkan hebûn pev çûbûn û 11 kes birîndar bûbû.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG