Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kremlin: Putin Plan Nîne li Ser Îdlibê bi Erdogan re Biciv E


Erdogan Serokê Tirkiyê û Putin Serokê Rûsya
Erdogan Serokê Tirkiyê û Putin Serokê Rûsya

Roja Pêncşemê Kremlin ragihand ku, serokê Rûsya Vladimir Putin ti planek nîne ku roja 5ê Adarê li ser pirsa Îdlibê bi serkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re bicive.

Erdogan di daxweyaniyên xwe da radigihîne ku ewê li ser rewşa Îdlibê û nakokiyên heyî li bakurê Sûriyê bi Putin re rûne, lê Moskow da zanîn ku planeke Putin nîne li gel Erdogan bicive,

Peyvdarê Kremlin Dmitry Peskov di preskonferansek telefonî da ragihand ku "Putin li roja 5ê Adarê planek din heye."

Wek tê zanîn, doh Çarşemê Erdogan got bû, hefteya bihê ewê li Stenbolê li gel Putin bicive.

Erdogan di axiftina li hember endamên partîya desthiladar AKPê da got"Bi her awayî emê xalên zêrevanî yên Tirkî ku ketine jêr kontrola hêzên artêşa Sûrî rizgar bikin."

Erdogan gotîye divê 5ê Adarê hêzên Sûrî vegerin cihên xwe yên berê eger na ewê Tirkîye bi derxistina wan rabe.

Erdogan di civîna roja Pêncşemê da ya ku li veikirina Akademiya AKP ya desthilatdar pêşekş kirî, bal kişand ser gelek pirsên li Tikiyê û behsa rewşa Îdlibê jî kir.

Serê sibeya Pêncşemê wezareta berevaniya Tirkî di daxweyaniyekê da eşkera kir ku, du leşkerên wan li Îdlibê hatine kuştin û 2 leşkerên din jî birîndar bûne.

Wezareta berevaniya Tirkî dîsan dibêje, wan bersiv daye leşkerên Sûrî û li gor hind çavkaniyên li herêmê 114 leşkerên Sûrî ji aliyê erîşên Tirkiyê ve hatine berterf kirin.

XS
SM
MD
LG