Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşên Hikûmeta Sûrî de 8 Kes li Îdlibê Hatine Kuştin


Ajansa Reuters ji zarê dîdevan û rûniştvanên Îdlibê radigihîne ku di êrîşên mûşekî yên hikûmeta Sûrî de, herî kêm 8 kes li bajarokê Sarmîn ya Îdlibê hatine kuştin.

Ajansê ragihand ku di nav qurbanîyan de 5 zarok jî hene û herwiha ku 16 kesên din jî birîndar bûne.

Jêderan dîyar kir ku mûşekên Sûrî li xwendingeheke nekarhatî xist ku malbatên ji Îdlibê revne, tê de diman.

Sarmîn yek ji wan bajarok û gundên Îdlibê ye ku dibe armanca êrîşên tund û bênavber yên firokên Rûsî û tankên hikûmeta Sûrî.

Neteweyên Yekbûyî hefteya borî gotibû ku piştî destpêbûna operasyona hikûmeta Sûrî û êrîşên esmanî yên Rûsî, di navbera 12 û 25ê Berfanbarê de 235,000 sivîl li Îdlibî ji malên xwe revîne.

Serokê Amerîka Donald Trump Pêncşema borî hişyarî dabû Rûsya, Sûrîyê û Îranê ku li herema Îdlibê sivîlan nekujin.

XS
SM
MD
LG