Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Li Îdlibê Agirbest Hat Ragihandin


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku bi navbenynkarîya Rûsya û Tirkîyê li Îdlibê agirbest çêbûye.

Reutersê di nûçeyê de da zanîn ku medya Rûsya bi jêderên Artêşa Rûsya nûçeya agirbestê ragihandiye.

Artêşa Rûsya da zanîn ku agirbest bo herêma ewle ya Îdlibê hatiye ragihandin û dîyar kir ku roja Çarşemê bûyerên tundûtûjîyê kêm bûne.

Ser dem û domdarîya agirbestê ti agahî nehat dayîn.

Sazîyên serbixwe didin zanîn ku di şeş hefteyên dawî de li herêma Îdlibê bi sedan sivîl hatine kuştin.

Îdlib wek herêma dawî ya di destê serhildayên de tê dîtin ku hêzên hikûmeta Sûrîyê bi hevkarîya Rûsya êrîş dibir ser wê herêmê.

XS
SM
MD
LG