Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: Agirbest Tundîya li Îdlibê Kêmtir Kiriye


Di vê fotoya arşîvê de komeke sivîlên Sûrî ji Îdlibê direvin
Di vê fotoya arşîvê de komeke sivîlên Sûrî ji Îdlibê direvin

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku agirbesta li rojavayê bakurê Sûrîyê tundîya heyî kêmtir kir.

SOHR da zanîn ku tevî ku ti êrîşên esmanî ji hêla hikûmeta Sûrî û Rûsya ve pêk nehatin jî, alîyên şerker teqe li hevdu kirin û bi topan êrîşî hev kirin.

Neteweyên Yekbûyî hefteya borî ragihandibû ji meha Nîsanê vir ve, ku hîngê şerên girantir destpê kiribûn, pirtir ji 400 sivîl hatine kuştin û ji 440,000 zêdetir kes jî derbider bûbûn.

Îdlib herêma dawî ya di destê serhildayên dijî Serokê Sûrî Beşar Esad de ye. Rûsya û Tirkîyê di meha Îlonê de li hev kiribûn ku li Îdlibê herêmeke ewle çêbe. Piştre ew lihevkirin xirab bûbû û êrîşên dijî wê herêmê ji dawîya Nîsanê vir ve gur bûbûn.

Hikûmeta Şamê dîyar kiribû ku li Îdlibê agirbesteke sînordarkirî hatiye ragihandin.

Hêjayî balkişandinê ye ku Sekreterê Giştî yê NY’ê Antonio Guterrres gotibû ku ewê ser êrîşên dijî 14 navendên alîkarîyê dest bi vekolînê bikin û biryara agirbestê ya Şamê jî li dû axaftina Guuterres hatibû.

XS
SM
MD
LG