Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşeke Esmanî de Nêzî 20 Kes li Îdlibê Hatine Kuştin


Ajansa Reuters ragihand ku di encama êrîşên esmanî yên ser devereke bin kontrola serhildayan de 20 kes îro Çarşemê hatin kuştin.

Karmendên hawarçûnê ragihand ku û êrîşa esmanî li gundê Kafr Batix ya li rojhiata Îdlibê qewimî 16 ji qurbanîyan zarok in ku ji êrîşeke zûtir revîbûn.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) jî ragihand ku 15 kes di êrîşa esmanî de hatine kuştin û qurbanî gîş ji heman malbatê ne.

Îdlib bajarê herî mezin û herî şenîbar ya bin kontrola serhildayên dijî Serokê Sûrî Beşar Esad e.

Hêzên hikûmeta Sûrî bi piştgirîya firokên Rûsî operasyonên mezin li Îdlibê didomînin ku bajêr texin bin kontrola xwe.

XS
SM
MD
LG