Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Fethû Şam li Îdlibê Hat Kuştin


Îdlib

Pentagon'ê do Pêncşemê ragihand ku serokê Fethû Şam Ebu Hanî el-Mısrî li nêzî Îdlib'ê kuştîye.

Wezareta Berevanîya Amerîka da zanîn ku di 4'ê Sibatê de li nêzî Îdlib'ê êrîşên ezmanî pêk anîne û serokê Fethû Şam jî di nav de 11 endamên wê hatine kuştin. Fethu Şam kuştina serokê wê piştrast kir.

El-Misrî, wek kesekî ku nêzî Ûsama Ladîn û Eymen Zevahîrî dihate nas kirin. Tê îdîa kirin ku çend erîşên El-Kaîde yên li Afganîstan û Misir'ê wî birêvebirine.

Hêjayî bîrxistinê ye, Fethû Şam li bakur-rojavayê Sûrîyê çalak e û wê rêxistinê dîyar kiribû ku têkiliya xwe bi el-Qaîde re qut kiriye.

XS
SM
MD
LG