Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Rojavayê Sûrîyê Şer Jinûve Gur Dibe


Li Îdlib'ê perwerdahîya leşkerî ya serhildayên Sûrîyê

Reuters’ê îro Pêncşemê ji raporta Koma Îstîxbaratê ya SITE ragihand ku çekdarên cîhadî, li rojavayê Sûrîyê bi dehan serhilda kuştine û şerê di navber wan de gurtir dibe.

SITE, ku navenda wê li Amerîka ye, da zanîn ku Cund el-Aqsa li başûrê Îdlibê pirtir ji 150 kes kuştine.

Li ser medyaya civakî, hesabên nêzî el-Qaîde dîyar kirin ku piranîya kuştîyan leşkerên Artêşa Azad ya Sûrîyê ne.

Di nav kuştîyan de çekdarên Tahrîr el-Şam jî hene, ku ev rêxistin dewama Cebhet Feth el-Şam e.

Cund el-Aqsa, ku li Sûrîyê baskê sereke yê el-Qaîde ye, ji alîyê îdeolojîyê ve nêzîkî DAIŞ’ê tê dîtin.

Şerê di navber Cund el-Aqsa û Tahrîr el-Şam hefteya borî destpê kiribû. Her du rêxistinên cîhadî jiber ku ji Artêşa Azad meha borî bi şandeyek çûbû hevdîtinên Astana ya paytaxta Qazaqistan’ê, êrîşî wê kiribûn.

XS
SM
MD
LG