Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamenterê HDP'ê yê Amed'ê Îdrîs Baluken Îro Hat Berdan


Parlamenterê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) yê Amed'ê Îdrîs Baluken, ku par di meha Mijdarê de hatibû girtin, îro Duşemê hat berdan.

Baluken di encama lêpirsîna Serdozgerîya Komarî ya Çewligê de di 4'ê Mijdara 2016'an de hatibû girtin û jibo wî 15 salan heps û cezaya zîndanê ya bi dirêjîya jînê hatibû xwestin.

Di rûniştina yekê ya li Dadgehê Amedê'de, Baluken bi şertê kontrola dadî hat berdan. Dadgehê jibo sedemên berdanê, parlementerîya Baluken û biryarên Dadgeha Qanûna Bingehîn ya li ser parlementerên girtî, nîşan da.

Ji alîyê din ve, parlementerê HDP'ê yê Wanê Nadir Yildirim dema li dadgehê beşdarî rûniştina Baluken bû, hat desteser kirin û piştî îfadedayînê hat berdan.

XS
SM
MD
LG