Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

ÎHD di Rapora Nû de Bal Dikşîne Ser Rewşa Xirab ya Girtîgehan


ÎHD’ê Papora Sê Mehan ya Zindanên Marmara Ya Binpêkirinên Mafan Eşkere Kir

Komîsyona Zindanan ya Komela Mafên Mirovan (ÎHD) ya şaxa Stenbolê rapora sê mehan ya binpêkirinên mafan yên li zindanên Herêma Marmara eşkere kir.

Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî got ku di nava sê mehan de 72 girtî serî li komela wan daye.

Wê da zanîn ku hejmara binpêkirinên mafan yên sê mehan herî kêm 1.609 e.

“Di serlêdanan de êşkence, astengkirina mafê saxlemîyê, mafê ragihandin û perwerde û mafê gihandina dadmendîyê jî hatine asteng kirin.

Yolerî dîyar kir ku di sê mehan de êrîşên fizîkî li dijî zindanî pêk hatin.

“Zindanî bi gefan re rûbirû mane û bûne armanca lêgerînên tazî. Binpêkirina mafên saxlemî û qedexeyên kêfî pêk hatin. Bi heceta pandemîya vîrusa korona mafên civakî yên zindanîyan hatine asteng kirin. Herwiha li zindanîyan tecrîd û îzolasyon girantir û kûrtir bûye. Jiber ku tedbîrên kêm jî pêketiyên COVİD-19 zêde bûn.”

Yolerî herwiha hişyarî da ku jiber grevên xwebirçîhiştinê rewşa saxlemîya hin girtîyan di asteke krîtîk de ye.

please wait

No media source currently available

0:00 0:01:57 0:00

XS
SM
MD
LG