Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komela Mafên Mirovan: Mafên Xwezayî yên Sîyasetvanên Kurd yên Girtî Têne Binpê Kirin


Komela Mafên Mirovan (IHD) hefteya borî li girtîgehan serdana sîyasetvanên Kurd kir û do Pêncşemê li ser rewşa wan daxuyanîyek da. IHD'ê da zanîn ku sîyasetvanên Kurd di bin tecrîdê de ne û mafên wan yên xwezayî têne binpê kirin.

Serokê IHD'ê Ozturk Turkdogan û sekreterê giştî yê komelê Hasan Anlar, li sê girtîgehên li Kandira, Edîrne û Stenbolê serdana sîyasetvanên Kurd kirin.

Turkdogan û Anlar, Hevserokê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş û Hevşaredarê Bajarê Mezin ya Mêrdînê Ahmet Turk jî di nav de, bi 16 şaredar û sîyasetvan re hevdîtin pêk anîn.

Demîrtaş hefteya borî jiber spazma dil biribûn nexweşxanê. Turkdogan dîyar kir ku Demîrtaş ji roja hatî girtin vir ve, li Girtîgeha Edîrne tenê dimîne û tenêmayîna wî nexweşîya wî ya dil girantir dike.

''Demîrtaş dibêje ku wî ji Komîteya Nehêlana Êşkencê ya Ewrupa (CPT) re nameyek şandiye, lê revêbirîya girtîgehê dest danîye ser nameyê,'' Turkdogan bi berdewamî got.

IHD'ê di daxuyanîyê de bal kişand ser rewşa Ahmet Turk jî. Di daxuyaniyê de hate gotin ku Turk 74 salî ye, li ser dilê wî pîl anku baterî heye û heta niha jî derfetên kontrola saxlemîyê jibo wî çênebûye.

IHD bang li hikûmeta Tirk dike ku jiber nexweşîyên wan, bi taybetî Demîrtaş û Turk, demûdest berde.

XS
SM
MD
LG