Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îlham Ahmed Beşdarî Gotara Donald Trump Dibe


Endameke Civata Nûneran ji Twitterê ragihand ku Hevseroka Meclîsa Sûrîya Demokratîk (MSD) Îlham Ahmed jî dê beşdarî gotara Gotara Salane ya Rewşa Yekîtîyê (State of the Union) ya Serok Donald Trump bibe.

Tulsi Gabbard, ku nûnereke Demokrat e, dîyar kir ku Îlham Ahmed mêvana wê ye. Wê da zanîn ku ew li Sûrîyê ‘’pêşeng’’eke têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) ye û ‘’bi awayekî xurt’’ berevanîya aştîyê dike.

Ahmed li Washingtonê bi karbidestên Amerîkî re danûstandin dikir û li gor nûçeyên di medya Amerîkî de, ew bi Trump re jî li ser lingan derbarê vekişîna ji Sûrîyê axifîye.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Trump di Berfanbarê de dîyar kiribû ku ewê hêzên Amerîkî ji Sûrîyê vekişînin û li ser vê, karbidestên payabilind yên Amerîka nerazîbûnên xwe ragihandibûn.

XS
SM
MD
LG