Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Tirk Dîsa Heman Cezayê Dirêjîya Jînê Da Îlhan Çomak


Doza Îlhan Çomak ê bi îdiaya "endamê rêxistinê ye" ev 22 sal in di girtîgehê de ye li 4'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê hate dîtin û dadwer careke din biryara cezayê dirêjîya jîyanê da Çomak.

Çomak ê di 21 salîya xwe de dema xwendekarê zanîngehê bû bi îdiaya "endamê rêxistinê ye" hate girtin û ev 22 sal in di girtîgehê de ye.

Herwiha jibo piştgirîyê ji komîsyona mafên mirovan ya baroya Londra yê Margaret Owen jî li dadgehê amade bû û wiha peyîvî:

“Ez jibo dozan têm Tirkîyê, lê min ti car şahidi lê nekir ku Tirkîye ewqas di nava tarîtîyê de ye. Nivîskarekî ewqas ciwan e ku 22 sal e di girtîgehê de ye. 22 salin ku hemû jîyana çomak jê dizîn û nehiştin ku dayik û bavê wî bibe xwedîyê nevîyeke. Dibe ku îro ez tene li vir bim lê ez ê denge we û vê dozê bigihînim hikûmeta xwe û ewrupayê”.

Parêzerê Çomak, Firat Aydinkaya li ser biryara dadgehê axivî û dîyar kir ku biryara dadgeh dûrê edaletê ye û ev biryar bi deste darbekaran hatiye dayîn.

Hêjayê bi bîrxistinê ye ku dadgeha Tirkîyê di derbarê Çomak de cezayê dirêjîya jînê dabû û Çomak jibo vê cezayê di sala 2001’an de bi sedema “di DGM’ê de hebûna dozgerekî leşker, mafê wî yê darizandina bi dadmendî hatiye binpê kirin” serî li Dadgeha Ewrupî ya Mafên Mirovan (ECHR) dabû.

ZY_10_6_16_Comak
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:15 0:00

XS
SM
MD
LG