Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

156 Hezar Karên Nû Di Îlonê de li Bazara Amerîkî Zêde Bûn


Wezareta Kar ya Amerîkî îro Înê radigihîne ku di meha Îlonê de 156,000 karên net li bazar Amerîkî zêde bûne.

Wezaret dide zanîn ku rêjeya bêkarî jî biçêk zêde bûye û giheştiye 5 ji sedê û sedema wê jî ew e ku pirtir kes dest bi legerîna kar kirine, lê hemî nekarîne kar bidîtana.

Li gor sîstema Amerîkî, kesek bi fermî bêkar tê hesibandin, dema ew amade be bixebite û herî kêm çar hefte li kar gerîyabe.

Aborîzan dibêjin, bazereke xurt ya kar mirovan heweskar dike ku derkevin û li kar bigerin û ew jî dikare rêjeya bêkarê bilindtir bike.

Raport herwiha nîşan dide ku 7.9 mîlyon Amerîkî bi aktîfî li kar digerin û 5.9 mîlyon kesên din jî wek kindemî yan bi seetên kêm kar dikin, lê li karên tamdemî digerin.

XS
SM
MD
LG