Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: Îlon Meha Herî Xwînî ya Sala 2017'an Bû


Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku di meha Îlonê de, 3300 kes li Sûrîyê hatine kuştin û da zanîn ku ew meha bûye meha herî xwînî ya sala 2017’an.

SOHR’ê dîyar kir ku ji kuştîyên meha Îlonê 995 kes sîvîl in.

Li gor daneyên SOHR’ê, 70 ji sedê kuştîyan di êrîşên esmanî yên Rûsya, Sûrîye û koalîsyona dijî DAIŞ’ê ya bi pêşêngîya Amerîka de hatine kuştin.

SOHR agahîyên xwe ji aktîvîstên li Sûrîyê distîne. Ajansa çavdêrîyê dîyar dike ku ne siyasî ye û serbixwe ye, lê eşkere nake ku bo daneyan metodolojîyeke çawa bi kar tîne û wan çito piştrast dike.

SOHR’ê dîyar kir ku di meha Îlonê de 207 zarok li Sûrîyê hatine kuştin.

Şerê navxweyî ya Sûrîyê di sala 2011’an de destpê kir. Heta niha li wî welatî ji 300,000 kes jîyana xwe ji dest dan û bi mîlyonan kes jî cîh û warên koç kirin.

Dîrektorê SOHR’ê Ramî Abdurrahman dîyar kir ku koalîsyona navneteweyî û Rûsya, operasyonên xwe yên dijî cîhadîyan û komên din yên çekdarî operasyonên xwe zêdetir kirine û jiber vê di meha Îlonê de hejmara kuştîyan bilind bûye.

Sûrîye û Rûsya pirtir li Dêrezorê êrîşên esmanî li dar dixin. Koalîsyona bi pêşengîya Amerîka jî, xencî êrîşên esmanî yên li Dêrezorê, bo Reqa ji Dewleta Îslamî (DAIŞ) were sitandin ji esmên piştgirîyê dide Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD).

XS
SM
MD
LG