Bajarvanê Stenbolê Ekrem Îmamoglu îro Sêşemê banga hilbijartina pêşdem kir.
Îmamoglu ji medyaya civakî desthilata Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) rexne kir û got ku wê aborîya welêt xirab kiriye.
‘’Kêşe roj bi roj mezintir bûn, sebra gel nemaye. Divê hema niha hilbijartin çêbin.’’
Wê got ku şîyanên AKP’ê êdî têra gel nakin û ew nikare gel di demên dijwar de li ser pîyan bihêle.
Îmamoglu dîyar kir ku pêdivîya welêt bi hişmendîyeke nû heye ku jibo afat û erdhejan hazirîyan bike û çareserîyan bibîne.
CHP ser dîyarkirina berbijarê xwe yê jibo serokomarîyê jî danûstandinan dike.
Serokê CHP’ê Ozgur Ozel hefteya borî di komcivîna partîya xwe de gotibû ku ewê di pêşhilbijartinekê de bi dengdana endamên partîyê berbijarê xwe dîyar bikin.
CHP'ê cara pêşî par di hilbijartinên herêmî de AKP derbaz kir ku ew partî pirtir ji 20 sal in li desthilata Tirkîyê ye.
Di hilbijartinên 2024'an de CHP'ê 37,77 ji sedê dengan û AKP'ê jî 35,49 ji sedê dengan sitandibû.
Jêder: NTV