Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îmamoglu Bang li Abdullah Gul û Derdora Wî Dike ku Dengê Xwe Bilind Bikin


Ekrem Imamoglu
Ekrem Imamoglu

Ekrem Îmamolgu, ku li gor encamên nefermî yên hilbijartinên herêmî bi ser ketiye, derbarê gotinên Serkomarê berê yê Tirkîyê Abdullah Gul axifî.

Gul gotibû ku ‘’Gava em xurt bûn jî divê em şaşîyên li me hatine kirin, li kesên din nekin’’

Îmamoglu ser vê gotinê spasîya Gul kir û got ku ‘’Ez kêfxweş im ku ser vê peyvajoyê şiroveyek kiriye, lê ez dixwazim ku ew dengên xwe berztir bikin’’

Di hilbijartinên herêmî yên Stenbolê de, li gor encamên nefermî berbijarê Partîya Komarî ya Gel (CHP) Ekrem Îmamoglu bi ser ketiye, lê Partîya Dad û Pêşveçûnê (AKP) daxwaza pêdeçûnan didomîne.

Hêjayî bîrxistinê ye, Gul bi Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan re yek ji pêşengên AKP’ê bû.

XS
SM
MD
LG