Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bajarvanê Nû yê Stenbolê Îmamoglu Destûrname Wergirt û Dest bi Kar Kir


Berbijarê opozîsyona Tirkîyê yê di hilbijartina bajarvanîya Stenbolê de, Ekrem Îmamoglu îro bi fermî destûrnameya xwe wergirt û dest bi kar kir.

Komîsyona hilbijartinê ya Stenbolê, piştî temambûna jinûvejimartina dengan li taxa Maltepe, Îmamoglu vexwand navenda xwe ku destûrnameya serketina hilbijartinê raberî wî bike.

Îmamoglu, piştî standina destûrnameya xwe, ku li Tirkîyê wek mazbata tê zanîn, çû navenda bajarvanîya Stenbolê ya li yaxa Saraçxanê li bi hezaran kes li wê derê li benda wî bûn.

Şaredarê berê yê Stenbolê Mevlut Uysal, bi merasîmeke kurt, posta xwe radestî Îmamoglu kir û ew bi fermî şaredarîya bajêr hilgirt ser milê xwe.

Îmamoglu, wek bajarvanê nş axaftina yekê ya fermî pêşkêşî alîgirên xwe kir û soza hembêzkirina hemî Stenbolîyan da.

“Silav ji Tirkan re, ji Kurdan re û Lazan re. Silav ji Misilmanan re, alwvîyan re û Krîstîyan re. Ezê Stenbolîyan gîş hembêz bikim û xizmeta hemî hembajarîyên xwe bikim.”

Hilbijartinên herêmî yên Tirkîyê di 31’ê Adarê de pêk hatibû, lê jiber îtirazên Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) eşkerekirina encaman heta îro sekinîbû.

Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) ya ser bi Kurdan li Stenbolê û bajarên din yên mezin li Tirkîyê berbijar nîşan nedabû û bang li alîgirên xwe kiribû dengên xwe bidin hevrikên AKP’ê.

Stenbol bajarê herî mezin ya Tirkîyê ye û di sîyaset, aborî û jîyana civakî ya Tirkîyê de roleke pir girîng dilîze.

XS
SM
MD
LG