Wezrate Derve ya Îmaratan îro Pêncşemê ragihand ku gehşteka Esmanî ya veguhastina welatiyên Amerîkî ji Afganistanê gehişte Îmaratan.
Wezaretê da xuyakirin ku grûpeke welatiyên Amerîkî û yên xwedî Green Card (Mafê mana dayîmî li Amerîka) ji Afganistanê hatin derxistin û bi firokekê ew anîn Îmaratan, piştî ku amadekarî û lêgerînên derbarê welatiyan de li Îmaratan di demek kurt de temam bûn we şandin Amerîka, wezaret dibêje, "Piştî prosesa wan welatiyan-rêwiyan bi dawî hat, ew bi firokeke hêla esmanî ya Etihad serê vê sibê ber bi Amerîka firîn."
Ev yek wezareta derve ya Îmaratên Erebî (UAE) bi rêya nameke elektironî ji ajnsa Reuters re ragihandîye.