Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Weşana IMC TV ya Ser Setelaytê li Tirkîyê Hat Sekinandin


Rojnamevanê IMC TV Refik Tekin li Cizîrê birîbdar bûbû

Li Tirkîyê, weşana kanala IMC TV ya hevrika desthilata wî welatî li ser fermana ofîsa serdozgerîya serekî ya Enqerê hate tarî kirin.

Weşana IMC TV ku Ii ser setelayta Turksatê dihate kirin, piştî fermana dozgerîyê, dema pêşkêşvana kanalê Banu Guven ligel rojnamevanên navdar Can Dundar û Erdem Gul ku îro ji zindanê derketibûn, hate sekinandin.

Rêvebirên kanalê dibêjin, hîn ne dîyar e ku weşan wan ya ser Turksatê wê careke din destpê bike yan ne.

Jiber tunebûna derfeta weşana ser setelaytê, IMC TV vê gave weşana xwe li ser înternetê, di navnîşana http://www.imctv.com.tr/canli-yayin/ de didomîne.

XS
SM
MD
LG