Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karmendên Parastina Sinoran li Dij Penaberan Gaza Rondikrêj Bikar Tîne


Karmendên Amerîkê yên parastina sinoran toza îsotan û gaza rondikrêj li ser sinorê Amerîka-Mexico bikar anî. Piştî ku doh, sêşemê bo rawestandina 150 penaberên ku hewldan percanê sinor li nêzîk San Diego derbaz bikin .

Saziya parastina sinoran got, penaberan hewil da bi ser percana bikevin, lê karmendan gaz havêt wan penaberên kû kevir avêtîn. Daxûyaniya ajansê dibêje, di gaz avêtinê de zarokn bi penaberan re bûn zirar ne dîtiye, armanca wan ew penaber bûn yên li aliyê din kevir diavêtin, avêtina gaza rondikrêj tenê li dij wan penaberan hatiye bikar anîn.

Herweha sazê dide zanîn ku, karmendan gaz bikar anîn jibo rawestandina kevir avêjên kû zarok danabûn cihê xeter. Ajansê 25 ji wan girtin di heman demê de hejamrek din ya penaberan reviyan nav axa Mexico.

XS
SM
MD
LG