Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îmamoglu Dibêje Ew Dixwaze Zimanê Kurdî Hîn Bibe


Bajarvanê Stenbolê Ekrem Îmamoglu di hevpeyvînekê de got ku ji jibo wî hînbûna zimanê Kurdî erkek e.

Îmamoglu, ku jibo Bajarvanîya Stenbolê jinûve berbijarê Partîya Gel ya Komarî (CHP) ye, dîyar kir ku ew hewil dide hin peyvên Kurdî di bîra xwe de bigire.

‘’Bêguman hevalên me yên zimanê Kurdî dizanin hene. Bi taybetî gava ez derdikevim derve ez wan jî bi xwe re digerînim. Carna em rastî Kurdên ku zimanê Tirkî nizanin, tên. Ez bi xwe jî ji xwe dipirsim ku çima zimanê Kurdî nizanim. Divê qet nebe jibo silavkirin û pirsîna rewşa wan Kurdî bizanim."

Îmamoglu di rojên borî de jî gotibû ku li Stenbolê bi mîlyonan Kurd dijîn û jiber wan berpirsîya li ser milên wî mezin e.

Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP), ku wek bingeha Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) di hilbijartinên 2019’an de hember desthilata Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) piştgirî dabû berbijarê CHP’ê Îmamoglu.

DEM Partî dibêje stratejîya sala 2019’an êdî nameşe û li Stenbolê bi berbijarên xwe Meral Daniş Beştaş û Murat Çepnî diçe hilbijartinan.

Karbidestên AKP’ê dibêjin DEM Partî li bajarên mezin berbijarên xwe derxistine û ew bi CHP’ê re hevkarîyeke veşartî dimeşîne.

Jêder: T24

XS
SM
MD
LG