Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gotûbêjên Derbarê Serdana Ocalan Berdewam in


Girava Îmrali
Girava Îmrali
Gotûbêjên derbarê şandeya sîyasî ya diduyan ku tê çaverê kirin serdana Serokê Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullan Ocalan li Girava Îmrali’yê bike berdewam dikin.

Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan dibêje, ‘Em dibînin ku peyamên ku Îmralî bi rêya karbidestên îstixbaratê dide me, pir girîng in.’

Birêz Erdogan dide zanîn ku ji bilî xizmên girtîyan, serdana sîyasîyan bi destûra fermî çêdibe ku ev destûr jî jibo kesên guncan tê dayîn.

Serokwezîr Erdogan dide xuya kirin, hin daxwazên Îmrali’yê ku dixwaze peyamên xwe rûbirû bigihîne hin kesan hene ku ev daxwazên sîyasî ne û wan jî şerh danîye ser wan daxwazan.

Serokomarê Tirkîyê Abdullah Gul, li ser vê pêvajoyê dibêje, hemû kes şahîd e ku em jibo ku vê pirsê ji rojeva Tirkîyê derxin di nav bizaveke geş û dilsozane de ne.

Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demirtaş jî sedema astengbûna serdana diduyan ya Îmrali’yê wek kuştina 3 jinên Kurd li Parîsê dinirxîne.
XS
SM
MD
LG