Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Alman Biryara Vekişîna Hêzên Xwe ji Încirlîk Dide


Roja Çarşemê civata wezîrên Almanî razî bû leşkerên wan yên li bingeha Încirlîk dimînin bihên vekişandin û wan bibin Urdinê.

Hikûmeta Berlîn'ê biryar da ku, pilana wezîra berevaniya Almanî Ursula von der Leyen bicî bînin, ya ku daxwaz dike 280 leşkerên Alman û hemû çek û pêdawîstîyên wan ji Încirlîk bo bingeha "Ezreq" ya Urdinê bihên veguhastin.

Almaniya dixwaze hêzên xwe ji Încirlîk veguhêze Urdinê bê ku, banoreke xerab liser beşdarîya wê di şerê navnetewî yê li dij DAIŞ'ê li hebe, li Îraq û Sûriyê.

Ursula von der Leyen îro Çarşemê jibo ARD TV axiftiye û dide zanîn ku, ewê leşkerên xwe ji Încirlîk bibin bingeha Ezreq ya li Urdinê û bingeha Konya li Tirkiyê weke alternatîva Încirlîk nabînin, ji sedem û pirsgirêkên teknîkî, jiber wê yekê ewê hêzên xwe bibin Urdinê.

Ji hejî bîrxistinê ye ku, roja Duşemê wezîrê derve yê Almaniya Sigmar Gabriel bi seredanekê li Tirkiyê bû, lê ti encamek erênî ji civînên ligel berpirsên Tirkiyê derneket, piştre Sigmar ragihand ku ewê hêzên xwe li Încirlîk nehêlin, jiber ku Tirkiye qebûl nake şanda parlamenterên Alman seredana leşkerên Almanî bikin yên niha li Încirlîk dimînin û di şerê hevpeymaniya navnetewî de di beşdarin.

XS
SM
MD
LG