Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şanda Parlemenên Alman Serdana Hêzên Xwe Dike li Incirlik


Roja Çarşemê şandeka endam parlemenên Alman bi riya esmanî giha bingeha Incirlik li rojavayê Tirkiyê jibo piştevaniya hêzên welatê xwe yên niha jibo şerê li dij DAIŞ li wêderê dimînin.

Ev demek dirêj bû, Tirkiyê red dikir ku endam parlemenên Alman herin bingeha Incirlik, piştî dengdana meha hezîrana îsal ya parlamenê Almaniya û pejirandina kuştina Ermenan weke Jenosîd, ji aliyê Tirkên Osmanlî de, li sed sala borî.

Tirkiyê rê da 7 endam parlemenên Alman ji partiyên cuda daku, derbasî bingeha Incirlik bibin, piştî hikûmeta Berlin meha borî dabû xuyakirin ku, biryardana parlemenê ya Jenosîda li dij Ermenan girêdanek wê yasî nîne.

Almaniya nêzîkî 250 leşker li bingeha Incirlik hene, ew hêz bi armanca şerê li dij DAIŞê li wêderê dimînin, herweha ew hêz jibo alîkariyên lojistîkî û dagirtina benzînê ya balefirên cengê ku ji Incirlik firînan li dij çekdarên DAIŞ encam didin.

Endam parlemenên Alman dibêjin jiber hesasiyeta dîplomasî, eger weha Tikiye rêgir bimîne di riya serdanên wan de, ew êdî naxwaazin dema mana hêzên Alman li Incirlik dirêj bikin, ewê biryara derketina hêzan ji Tikiyê bidin û li welatekî din bicî bikin.

XS
SM
MD
LG