Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hindistan bi Hejmara Keysên Korona Dikeve Pêş Îtalya


Hidistanê îro Şemiyê 9,887 keysên nû yên vîrusa koronayê di rojekê de ragihandin û ket pêş Îtalya bi hejmara keysan û bû welatên şeşan ê cîhanê di belavbûna vîrusê de.

Ev hejmar tên tomarkirin du rojan berî sistkirina bendan û jinûvekirina bazar û xwaringeh û navendên ayînî.

Bi hejmara giştî ya keysên koronayê ku bûye 236,000, Hindistan niha piştî Amerîka, Brazîl, Rûsya, Brîtanya û Spanya ye, li gor amareka ajansa Reutersê. Lê hejmara miriyên Hindistanê ku niha 6,642 ye, kêm e li beramber van welatên din.

Hikûmeta serokwezîr Narendra Modî, pîvanên rêgirtina li vîrusê, ku di meha Adarê de hatibûn sepandin, ji ser 1.3 milyar kes sist dike û sistkirina bendan roja Duşemê derbasî warê cîbicîkirinê dibe, lê hin şareza bi xem in li dor vê yekê û dibêjin hîn zûye.

Rêxistina Saxlemiyê ya Cîhanî roja Înê gotibû ku pîvanên girtinê bi awayekî berbiçav alîkariya Hindistanê kir ku vîrus pir belav nebe, lê metirsî hene ku keysên koronayê li wir bêhtir bibin.

XS
SM
MD
LG