Li demê du salan, hejmara bikarhênerên Internetê li Hindistanê li yên Amerîkayê zêdetir dibe, li gor lêkolîneka komela Internet û Mobîl a Hindistanê.
Li gor wê komelê, li meha Îlonê hejmara bikarhênerên Internetê li Hindistanê 112 milyon kes bû.
komela Internet û Mobîl a Hindistanê herwiha radigihîne ku Hindistan sêyem mezintirîn bikarhênera Internetê ye li cîhanê, piştî Amerîka û Çînê.