Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Hindistanê Modi Wek Mêvanê Biden Serdana Washingtonê Dike


Serokê Amerîka Joe Biden û hevtayê wî yê Hindistanî Narendra Modi îor Pêncşemê li Qesira Sipî kom dibin.

Ev serdana Modi li vê demê rast tê ku Hindistan di polîtîkayên xwe yên dijî Rûsya de bi dudilî tevdigere.

Hindistan ku Rûsya jiber dagirkirina Ukrayna bi awayekî zelal şermezar nekiriye, danûstandinên xwe yên bazirganî yên bi Moskowê re jî bi awayekî rekorî zêde kiriye.

Daxwaza rêvebirîya Biden ya jibo xurtkirina peywendîyên bi Hindistanê re li vê demê rast tê ku Çîn li herêmê zexta xwe zêde dike.

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken berî serdana Modi got ku divê ew danûstandinên dualî yên bi Hindistanê re xurt bikin.

Blinken dîyar kir ku hem Amerîka hem jî Hindistan mezi nin û divê ew bi hevdu re demokrasîyên xwe pêşde bibin.

Berdevkê Ewlekarîya Neteweyî ya Qesira Sipî John Kirby jî pêr Sêşemê dîyar kir ku Hindistan dixwaze girêdana xwe ya bi herêma Hînt-Pasîfik re xurt bike.

Kirby got ku armanca serdana Modi ne peyamek e jibo Çînê.

Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi li ser vexwendina fermî serdana Washingtonê kir.

Biden xêncî Modi heta niha du rêberan vexwendine ku yek Serokomarê Fransa Emmanuel Macron bû yek jî Serokomarê Koreya Başûr Yoon Suk Yekol.

Jêder: Reuters, VOA

XS
SM
MD
LG