Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kuştina Keçeke 6 Salî li Hîndistanê Dibe Sedema Nerazîbûnên Tund


Karbidestên Hîndistanî dibêjin ku ew girêdayî destdirêjîya seksî ya hember keçeke 6 salî û kuştina wê ya bi hovkarî li herêma Haryana, lêpirsîna çend kesan dikin.

Ajansa AFP radigihîne ku di encama giwaştinên civakî de, tîmeke taybet ya vekolînê hate damezrandin ku berpirsên kuştina wê zarokê bibîne.

AFP dide zanîn ku malbata keçê ji polîsên federalî dixwazin ku vekolîna kuştina keçên wan bike jiber ku ew bawerîya polîsên xwecîhî nakin.

Ajansê bal kişand ku malbat heta roja Çarşemê dem daye polîsan ku kesên berpirs desteser bikin û eger ne, ewê xwepêşandanên xwe zêdetir bikin.

Hêjayî balkişandinê ye ku rûniştvanên herêmê jî dijî polîsên xwecîhî xwepêşandan li dar xistibûn.

XS
SM
MD
LG