Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşeke Nû de 9 Kes li Bajarê Indianapolis Hatine Kuştin


Di êrîşeke çekdarî de 9 kes îro Înê li bajarê Indianapolis ya eyaleta Indiana hatine kuştin, jimareke kesên din jî birîndar bûn.

Bûyer derengîya şevê li navendeke kompanîya FedEx ya nêzî firîngeha navnetewî ya Indianapolis pêk hat.

Berdevika polîsên Indianapolis Genae Cook ji rojnamevanan re got ku hêzên wê di dema domkirina êrîşê de giheştin cîhê bûyerê,

Cook da zanîn ku zilamekî çekdar 8 kes kuştin û dû re jî dawî li jîyana xwe anî.

“Pênc kes jiber birînên xwe ji nexweşxanê re hatin veguhastin û hinekên din jî bi pêyan xwe gîhandin nexweşxanê û du kes li cîhê bûyerê hatin derman kirin.”

Cook bal kişand ku rewşa yek ji kesên ku ji nexweşxanê re hatibûn birin krîtîk e.

Hêjayî bîrxistinê ye ku li seranser Amerîka di êrîşên çekdarî yên girseyî de herî kêm 30 kes di nava vê mehê de hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG